Hejaro

2009
05.24

Hê Zîndan

Zîndan de bêje,
Kî di himbêza te da
bi mêranî
Rastîyê didoşe,
Û ramanên durust dihûne,
Dîrokê dinîvîse.
ew xewnên rojane,
bi milyonan tên dîtin.
ew xewnê dayîkan
bavan
cotarîyan
ew xewnên zelal ku
li ser lêve zarokan dikenin,
îro
veşartî mane.
Zîndan de bêje
Kî berxwedanê,
jîyanê
şoreşê
dîroka mezerbotamîya
li ser dîwarên te dineqişîne
û bi kilê çavê te rengîn dike
û rûyê sitemkaran pê reşdike.

Zindan de bêje,
Ka çend Partîzan
şorişger
rêber
serok
Di nav bêna çar diwaran da,
di bin tarîya reşda,
di nav bêna berxwedanê
û jîyanê da
Bihna gulên buharê dikin
Û ji bê dengîya dîwarên teyên lal
Ey reqib dixwînin.

Zindan de bêje
Ka çend bawermend,
Bi navê azadîyê
Bi navê mêdiya
Bi ser bilindî
Bi dengê bilind
Tirsa şofînî şermezar dikin.
ji pirûncekên bi qirêj
sitemkarên beh,sîyan
şofînîyên Eraban
tirkan
farisan
û dikarin Azadîyê
ji gîyanê asoyê bigvişin.
Zindan de bêje
Bila dîwarên te yên lal biqîrin
dadgehvanên te biqirin,
rûpelên teyên tarî biçirin,
rijîmên gemarî bimirin,
bîngehên dojeya te hilweşin,
dîwarên Azadîyê,
ji baskên mazarpotamiya,
xwe bi ser Azîmanê tera vergrin,
û nifşê te ruhnî bike.

Zindan de bêje
Bê şerm, bila
Cihan bibhîze
tirs xwe bikuje
dîrok serî hilde
rastî xwe bipesinîne.

21.05.09
Hejaro

Comments are closed.